Mesûd Barzanî ji bo kongrê ji HUDA PARê re peyamek şand

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî ji ber minasebeta Kongreya Asayî ya 4emîn a HUDA PARê peyameke pîrozbahîya şand ji HUDA PARê re

Peyama Barzanî ya ku hat şandin di salona kongreyê de hat xwendin.

Di peyama ku hat xwendin de Barzanî endam û piştgirîvanên HUDA PARê pîroz kir û ji bo HUDA PARê serkeftin daxwaz kir.

Temamê metna peyama Barzanî ya ku hat xwendin wisa ye:

“Pêşveçûna micadeleya siyasî û sîwîl a Kurd a li Tirkîyê ya di bergeha demokrasî, gotûbêj û pêkvejînê de rêyeke rast e û di vê yekê de şiphe tune ye. Ev yek ew ê him sûdê bide temamê teredan û him jî ew ê bibe wesîle ku doza Kurd li Tirkîyê pêşve biçe.

Bi vê wesîleyê ez dixwazin balan bikşînim li ser dostanîya di navbera Partîya Demokrat a Kurdistan û HUDA PARê(Partîya Doza Azad) û ez hêvî dikim ku kongreya we bi serkeftî be. Dîsa ez hêvî dikim ku di kongreyê de di warê xizmeta doza Kurd û demokrasîyê de qerar bên standin.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê xebat ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê girtî bûn, berdewam dike
Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin
Nan û xwarina germ belav kir
3 wesayît bûn xwelî
Wê li giştîyê welat şilî tinebe