Mesûd Barzanî ji bo salvegera ji dayikbûna Hz. Muhammed(s.x.l.) peyamek weşand

​Mesûd Barzanîyê Serokê PDKê û Serokê Berê yê Herêma Kurdistanê ji ber salvegera ji dayikbûna Hz. Muhammed(s.x.l.) peyamek weşand.

Temamê metna peyamê ya ku hat weşandin wisa ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta salvegera ji dayikbûna pêxemberê mezin, Hezretî Muhammed Mistefa (Silavên xwedê li ser bê) pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhan û Iraq û Kurdistanê dikim.

Li vê helkefta pîroz da ji Xwedayê mezin hêvîdarim deriyê xêr û bereket û dilovaniyê bi rûyê gelê Kurdistanê û gelên Iraq û navçeyê veke û aştî û mirovdostî seranserê cîhan û navçeya me vegerê.

Her wiha ji yezdanê mezin dixwazim çanda pêkvejiyan û birayetî û tebayî ya li navbera gelê me da kûrtir û berfirehtir bibê.

Wesselamun aleykum werehmetullahu weberekatuhu.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"