Mesûd Barzanî: PDK ji bo hilbijartinan her tim amade ye

Di hevdîtina ku bi Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî hat kirin de Serokê Partîya Demokrat ê Kurdistanê Mesûd Barzanî destnîşan kir, ji bo vê mebestê jî Partî(PDK) amadeye her bi sibê jî hilbijartin bêne kirin.

Hevdîtin îro li Selaheddîn hat kirin. Barzanî pêşwaziya Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî yê Karubarê Iraqê kir.

Di hevdîtinê de Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî bi helkefta bîranîna 39 saliya jenosaydkirina Barzaniyan sersaxiyên xwe li Barzanî kir û tekez li wê yekê kir ku ji bo bi jenosaydnasandina wê tawanê, hemû hewlên xwe li navendên navdewletî de dide.

Her li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên dawî de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez jî li wê yekê kir ku pêwîste ji bo çareserkirina giriftan destûr bingeha hevdû têgihiştinê be.

Hilbijartinên Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Barzanî wê yekê dûpatkir ku divê berbestên li ber hilbijartinê nemînin û hilbijartin li zûtirîn demê de bê encamdan û divê mafê pêkhatên neteweyî û olî jî parastî bê.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bendawan de kontrolkerde awe dımeşîyena
Werin em bibin yek û xwe bi benê Xwedê ve girêbidin
Em bêyî şopandina Sunneta Pêxember nikarin bigihîjin tu derê
Ev yekîtî ji bo tevahiya cîhana Îslamê mînakek baş e
Divê demildest ji bo Netanyahu fermana girtinê were dayîn