Mesûd Barzanî pêşwaziya nûner û konsulên welatên Erebî li Hewlêrê kir

Serokê PDKê Mesûd Barzanî pêşwaziya Nûner û Konsolên welatên Erebî li Herêma Kurdistanê kir

Di civînê de Barzanî ragihand ku gelê Kurdistanê herdem hewla wê yekê daye ku peywendiyeke dostane li gel gelên navçeyê hebe û li ser bingehên aştî û pêkvejiyanê bûye.

Barzanî li Selahaddînê pêşwaziya şandeke hevbeşa Nûner û Konsolên welatên Erebî li Hewlêrê kir ku ji Balyoz Nezmî Hizûrî Konsolê Giştî yê Filistîn û Emîdî Silkî Dîplomasî li Herêm û Dr. Omer El Kindirî Konsolê Giştî yê Kuweyt û Ehmed El Zahirî Konsolê Giştî yê Îmarat û Mihemed Wecîh Hîcazî Konsolê Giştî yê Misir û Ebdulrehîm Hesen Birêvebirê Karubarê Konsolxaneya Paşayetiya Urdin li Hewlêrê pêkhatibûn.

Di hevdîtinê de ku bi helkefta serê sala nû birêveçû, Nûner û Konsolên welatên Erebî li Hewlêr silav û rêzên Serok û Emîr û Paşayên welatên xwe bi  Barzanî gihandin û spasî Barzanî û Herêma Kurdistanê kirin ji bo wê peywendiya dêrîn û dostaneya ku li gel welatên Erebî da heye û her wiha spasiya Herêma Kurdistanê kirin ku li şerê Da'îş da mîhvandariya sedan hezar koçberên Ereb kir û pêzanîneke zêde jî ji bo wê rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şikestdana Da'îş de hebû.

Her wiha ji bilî tekezkirina li pêşxistina peywendiyên wan ya li gel Herêma Kurdistanê, xwazyarê ewe jî bûn ku kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda li rêya diyalogê bêne çareser kirin.

Her di vê civînê de Barzanî spasî şanda mêhvanan kir û ragihand gelê Kurdistanê herdem hewla wê yekê daye ku peywendiyeke dostane li gel gelên navçeyê hebe û li ser bingehên aştî û pêkvejiyanê bûye. Di derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de wê yekê xisterû ku pêwîste çareserî li rêya diyalog û aştiyane û li çarçêweya destûr û rêzgirtina li pêgeh û qewareya Herêma Kurdistanê bê û tekez jî li berev pêşvebirina peywendiyên di navbera Hewlêr û welatên Erebî kir.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çeteyên îşxalê heta serê sibehê Refah bombe kir
Li Xezzeyê hejmara şehîdan bû 35 hezar û 303
Rejîma sîyonîst li Xezzeyê ji 100î zêdetir alim û akademîsyen şehîd kirin
Evîndarên Pêxember: Divê dev ji zimanê mehkûmiyetê berdin, stratejiyên rast bên meşandin
Qursa Qur'anê ya zarokan hat girtin