Mesûd Barzanî raya xwe avêt sindoqê

Serokê Herema Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî bo referandûma serxwebûnê li Hewlêrê raya xwe avêt sindoqê.

Li Herema Kurdistana Iraqê referandûma serxwebûnê ya ku ev bi rojan e di rojeva cîhanê de ye tê kirin. Li Hewlêrê muameleya dengdanê di seat 08.00an de dest pê kir.

Serokê Herema Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî jî vê şeveqê li Pîrmama Hewlêrê çû ser sindoqê û raya xwe  avêt sindoqa bi nimreya dudowan.

Barzanî piştî ku raya xwe da tu daxuyanî neda û ji cihê dengdanê veqetiya.

Referandûma serxwebûnê ji teref 136 kesên ku di nav heyeta pîspor û çavdêrên navneteweyî de ne ve tê teqîpkirin. Her wisa 143 saziyên çapemeniyê yên mezin jî referandûmê taqîb dikin û gelek ji wan referandûmê zindî didin.(ÎLKHA)
















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e