Mesûd Barzanî: Şewitandina Qurana Kerîm ne azadîya fikr û ramanê ye

Serokê Giştî yê Partîya Demokrat ê Kurdistanê Mesûd Barzanî bûyera şewitandina Quranê ya li Swêdê şermezar kir û got: “Ev yek temamê Mislimanên cîhanê birîndar kiriye.”

Barzanî di peyama ku belav kir de destnîşan kir şewitandina Qurana Kerîm ne azadîya fikr û ramanê ye û wisa got:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Kirdara nerawaya şewitandina Qurana pîroz bi tu awayekî naçê çarçêweya azadiya raderbirînê û hîç hêcetêk hilnagirê. Eve birîndarkirina hest û soza hemû misilmanên cîhane û gelek bi tundî şermezar dikîn. Ev cure kirdar dijî giyanê tebayî û pêkvejiyane û xizmeta gutara tarîtî û belavkirina riq û kînê dike û li ser hemû aliyek pêwîste rêgirîyê lê bikin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?