Mesûd Barzanîdi salvegera 33yemîn a Enfala Behdînan de peyam belav kir

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê Partîya Demokrat ê Kurdistanê Mesûd Barzanî di salvegera enfala Bahdînan de peyamek belav kir.

Barzanî di peyama ku belav kir de destnîşan kir, dijminên gelê Kurdistanê li berçavê hemû cîhanê pêşketîtirîn çek û zalimtirîn siyasetê ji bo qirkirin û ji navbirina gelê Kurdistanê bikaranîn, lê belê gelê Kurdistanê xwediyê îrade û dozeke rewa bû û li beranber vê jenosayd û komkujiyê xwe bi dest ve neda.

Temamê deqa peyama Barzanî:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Sîh û sê sal berî niha rejîma berê ya Iraqê li tawaneke din û li dawiya qonaxa proseya Enfalê da piştî bombebaran û kîmyabarankirina herî zêdeyê devera Behdînan, xelkê wan navçeyan û pêkhatên wê rûbirûyê girtin û bêserûşûn kirin û bi zorê veguhestinê kir. Li wê tawanê da Hikûmeta Iraqî sedan hezar hêzên pirçekî li dijî nîştecihên bêtawanê Behdînanê de bikaranî.

Ev tawane berdewamiya wan zincîre tawan û karesatan bû ku li sedsala derbasbûyî dijî gedeyên gelê me li Barzan û Germiyan û Helebçe û tevahiya Kurdistanê birêveçû.

Dijminên gelê Kurdistanê li berçavê hemû cîhanê pêşketîtirîn çek û zalimtirîn siyasetê ji bo qirkirin û ji navbirina gelê Kurdistanê bikaranî, lê belê gelê Kurdistanê xwediyê îrade û dozeke rewa bû û li beranber vê jenosayd û komkujiyê xwe bi dest ve neda û ew dijmin û tawanbaran bûn ku ketin zibildanka dîrokê de. Eve waneyeke pir bi wateye hem ji bo gedeyên gelê me û hem jî ji bo neyar û nehezên gelê Kurdistanê.

Li salvegera Enfala Behdînan da silav ji bo giyanê pakê şehîdan û enfalkiriyan re dişînin û pêdagiriyê li ser mafên rewayê gelê me dikîn. Pêwîste jî dewleta Iraqê qerebûyê jenosayd û wê tawan û zulman bike ku di derbarê mîlletê me hatiye kirin.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê xebat ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê girtî bûn, berdewam dike
Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin
Nan û xwarina germ belav kir
3 wesayît bûn xwelî
Wê li giştîyê welat şilî tinebe