Mesûlek Hamasê Hat Qetil Kirin

Mesûlek Hamasê Yê Li Şamê Di Mala Xwe De Kuştî Hat Dîtin

Ofîsa Enformasyona hereketa Hamasê, do beyan kir ku Kemal Husnî Ğanaceyê mesûlek Hamasê yê li Şamê, hatiye qetil kirin.

Ofîsa Hamasê wiha diyar kir “Şehîd Kemal Husnî Ğanaceyê mensûbê Hamasê û ewladê bixêr, li Şamê li mala xwe, bi xaîn û xwînwarê hatiye qetil kirin. Ji bo zelal kirin û nasbûna cînayet û kiryarê wê, lêpirsîn û lêkolîn tê kirin. Birayê me yî şehîd, umrê xwe di xîzmeta Îslam û Hamas û millet de borand. Em îlan dikin ku wê heyfa wî bê stendin, xwîna wî li erdê nemine.”

Rayedaran ji AFPê re beyan kir. Li gor beyana rayedaran, hin kes hatine mala Ğanace, wî li wir qetil kirine û hinek dosye bi xwe re birine. Berdevkê şaxa Beyrutê yê Hamasê diyar kir ku di kuştina Kemal Husnî Ğanace de, ji MOSADê guman dikin û gellek delil di destê wan de hene. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin