Meteorolojîyê ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde da

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojîyê ragihand ku ji sibeha Înê pê ve li 14 bajarên rojhilatê Behra Spî, Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û deverên derdorê barana herêmî ya giran tê texmînkirin. Li hinek herêman baran ew ê bi şiklê şilp û berfê bibare.

Li gor hişyariya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê sibe ji saet 09.00an pê va li Hetay, Entab, Kilis, Semsûr, Riha, Dîyarbekir, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Şirnex, Xarpêt, Çewlig, Bedlîs û Colemêrgê ji saet 09.00an pê va baraneke heremî gur bibare.

Her wiha li navçeyên başûrê Meletîyê û navçeyên rojavayê Mûşê jî barana herêmî ya zêde tê pêşbînîkirin.

Li herêmên rojhilat tê texmînkirin ku berf bibare

Bi gelemperî tê texmînkirin ku baran bi şêweyê baran û bahozên gurr bibare, û her ku germahî li rojhilatê herêmê dadikeve, tê pêşbînîkirin ku li deverên rojhilatê Şirnexê û derdora Colemêrgê bibe şilp û berf.

Tê texmînkirin ku baran roja Înê bi şev li rojavayê herêmê kêm bibe, lê li rojhilat heta êvara Şemiyê, 7ê Mijdarê berdewam bike.

Hişyarî li ser metirsiya lehiyê û erdhejê

Meteorolojiyê hişyarî da ku barana zêde dikare bibe sedema lehiyê, lehiyên ji nişka ve, birûsk, erdhildan, teyrokên piçûk ên herêmî û astengiyên veguhastinê, û ji welatiyan xwest ku tedbîrên pêwîst bigirin.

Tê texmînkirin ku hişyarî di 6ê Mijdarê saet 09:00an de dest pê bike û di 7ê Mijdarê saet 19:00an de bi dawî bibe. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Meteorolojiyê ra hişyariyê varanê bênase u vilqani
Li Rihayê qeza: 1 mirî, 1 birîndar
Di sîyaset, exlaqê sîyasî, û têkoşîna li dijî gendeliyê de paqijkirin
Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 74 hezar û 618 kesan
Divê hesab bê pirsîn