Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 74 hezar û 618 kesan

Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 74 hezar û 618 kesan

Hejmara şehîdên Filistînî yên ku di êrîşên qirkirinê yên li ser Xezzeyê de ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve şehîd bûne gihîştiye 74.618an.

Li gorî rapora herî dawî ya ku ji hêla çavkaniyên tenduristiyê yên Filistînî ve hatiye weşandin, hejmara giştî ya şehîdan li Xezzeyê di encama êrîşên rejîma sîyonîst de gihîştiye 74.618 kesan, her wiha hejmara birîndaran jî gihîştiye 175.920 kesan.

Di 48 saetên dawî de, cenazeyên 3 şehîdan û 21 birîndaran ji nexweşxaneyên li Xezzeyê re hatin şandin. Bi vî awayî, ji roja ku agirbest di 11ê Cotmeha 2025an de dest pê kir, hejmara giştî ya Filistîniyên ku hatine kuştin gihîştiye 1602 kesan û jimara birîndaran jî gihîştiye 5794 kesan. Di heman demê de, 847 kes ji bin xirbeyan hatin rizgarkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.