Hat îfadekirin ku li deverên derdora Mûş, Çewlig, Çeneqqele û Bîlecikê baran û bahozên giran tên texmînkirin.
Germahî li bakur û rojhilat ji germahiyên navînî yên demsalî bilindtir in.
Tê texmînkirin ku germahiya hewayê li seranserê welat li gorî rêjeyên demsalî be, li herêmên bakur û rojhilat jî tê pêşbînîkirin ku 2 heta 4 pileyan ji rêjeyên normal zêdetir be.
Bi gelemperî tê texmînkirin ku ba ji başûr ve, li deverên bakur-rojavayê welat jî ji bakurê rojhilat ve bê, carinan jî bi şîddeteke sivik heta navîn. (ÎLKHA)