Metîn Feyzîoglu li Mêrsînê hat protestokirin

Li Mêrsînê ji teref Baroya Mêrsînê ve semînereke perwerdehîyê hat lidarxistin û Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê jî beşdarî vê semînerê bû.

Li Mêrsînê ji teref Baroya Mêrsînê ve semînereke perwerdehîyê hat lidarxistin û Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê jî beşdarî vê semînerê bû.Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê Metîn Feyzîoglu di semînerê de axavtina destpêkê kir.Di dema axavtinê de  Feyzîoglu di derbarê akademisyenên ku îmze avêtibûn bin danezanê de axavtinek kir.Feyzîoglu ji ber vê axavtina xwe ji teref komek parêzerên ku endamê Komeleya Parêzerên Nûjên ê ku alîgirê HDPê ne ve  hat protestokirin.

Feyzîoglu ji ber ku bênavber axavtina wî ji teref koma parêzeran ve dihat birîn ji kursîyê peya bû û axavtina xwe nîvre hişt.

Her weke ku tê zanîn berî vê çendakî Metîn Feyzîoglu wan akademisyenên ku îmzeya xwe avêtibûn bin danezana bi navê Ji bona Aşîtiyê Însîyatîfa Akademisyenan rexne kiribû.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"
Li Dîyarbekirê 48 hezar û 579 esrara kenewîr hatin îmhakirin
Ew ê beşdarî Kongreya Bajarê Dîyarbekirê bibe
Banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin