Mêvanên Kurdistanî yên ku ji bo umrê çûbûn Siûdî nikarin vegerin

Midurê Giştî yê Midurîya Umrê û Hec ê Herêma Kurdistanê Nîyaz Nakşibendî, got ku nêzê 2 hezar welatîyên ku ji bo umrê çûbûn Erebistana Siûdî venegerîyane.

Nîyaz Nakşîbendî, destnîşan kir ku ji ber pirsgirêkên bi bernameya seferên Rêyên Hewa ya Iraqê nêzê 2 hezar mêvanên umrê li Erebistana Sûidî mane.

Nakşîbendî, îfade kir ku ew ji bona ku pirsgirêk bê çareserkirin dixebitin, “Encax pirsgirêk, hemû hecîyên Iraqî yên ku bi seferên Iraqê çûne tesîrdar kirîye.”

Nîyaz Nakşîbendî, weha got, “Divê an Rêyên Hewa yê Iraqê ji hecîyan re tezmînatê bide an jî divê wan bi şîrketekî dinê ji Kurdistanê re bişîne.”

Ji teref Rêyên Hewa yê Iraqê ve hat diyarkirin ku ew ê çareserîya meseleyê wext bigre. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"