Coş û cezba mewlûda pêxemberê me li gund û navçeyan dewam dike.
Platforma evîndarên pêxember, bi munasebeta wîladeta pêxemberê me, li gundê Çemê Enbarê ya Diyarbekir, bernama mewlûdê li dar xist. Cara ewil e ku li gund bernama mewlûdê tê rastkirin.
Coşa bernama mewlûdê, bi xwendina Quranê dest pê kir. Pey mewlûdê Mela Kerbela Şanli li ser evîn û heyata pêxemberê me peyivî. Dûre Koma Eqsayê ya îlahiyan millet coş û mest kir.
Bername, ji teref Muzaffer Karavîl Xoca ve, bi xwendina dûayê bi dawî bû.
Li aliyê din ji alî koordinatoriya platforma evîndarên pêxember ya Diyarbekir ve, hat diyarkirin ku, wê bernama mewlûdê ya Diyarbekir di 21ê Nîsanê de, li parka Newrozê li meydana mîtîngê bê lidarxistin. bangaheq