Mexdûrên 28ê Sibatê

Di dewra darbeya 28ê Sibatê de, îmam û wezîfedarên diyanetê bi îddîa “aqîdeya wan xerab bûye” ji wezîfê dihatin avêtin.

Di dewra darbeya 28ê Sibatê de, îmam û wezîfedarên diyanetê bi îddîa “aqîdeya wan xerab bûye” ji wezîfê dihatin avêtin. Her wiha memûrên din jî, ji van qirarên zorbatiyê nisîbê xwe digirtin.

Serekê Diyanet-Sena Diyarbekir Omer Evsen diyar kir ku, divê qirarên 28ê Sibatê ji nû ve bên niqaşkirin û heqên mexdûrên 28ê Sibatê bên îadekirin.

Serekê Diyanet-Sena Diyarbekir beyan kir ku, darbeya 28ê Sibatê ji bo tarîxa demokrasiya Tirkiyê îmajeke xerab e. Evsen wiha got “Her çiqas bê gotin ku 28ê Sibatê darbeyeke post modern be jî, eşkere ye ku darbe li ber muslumanan hatiye rastkirin. AKP di heqê mexdûrên 28ê Sibatê de xebatan dike. Lê van xebat ne bes in. Divê wezîfedarên diyanetê yên bi îddîa aqîdeya wan xerab e ji kar hatibûn avêtin jî, bigihêjin heqên xwe. Di vî warî de deriyê me ji hemî mexdûrên birayên me re vekiriye. Heta ku ji destê me bê, em ê alîkariya wan bikin.” BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin