Mamosteyan xwestin ku qirarên yargiyê yên dewra 28ê Sibatê bên betalkirin, aktorên wê dewrê bên cezakirin, hemî heqên mexdûrên wê dewrê bên îadekirin.
Mamosteyên ku di mehkema cezaya giran ya 23an ya Stenbolê de îfade didin, beriya îfadeyê li ber seraya edliyeyê beyanata medyayî li dar xist. Beyanat ji aliyê temsîlkara platforma mamosteyên 28ê Sibatê Fatma Parmaksiz Hişiroğlu ve hat xwendin.
Beyan kir ku dersa xwe ya ew roj ne di sinifan de, lê li ber seraya edliyeyê dane. Temsîlkarê wiha beyan kir: “Di dewra 28ê Sibata ku me ji bîr nekiriye û em nadin jibîrkirin de, ji her aliyê civakê ve gelek însan ji ber nasnameya xwe ya îslamî hatin cezakirin û bûn hedef.
Ji bo micadela heqîqî ya bi 28ê Sibatê re, divê kesên îmzeya xwe avêtine van neheqî û bêhiqûqiyan bên cezakirin, heqên mexdûran tam bên îadekirin û qirarên yargiyê yên dewra 28ê Sibatê bên îbtalkirin.”
Li aliyê din hinek mensûbên komela Özgür-Derê jî li ber edliyê beyanateke medyayî li dar xist. Bi beyanatê hat xwestin ku mesûlên 28ê Sibatê bên cizakirin. (Bangaheq)