Mexdûrên erdhejê di nava naçariyê de enqazên malên xwe temaşa dikin

Mexdûrên erdheja Kurdistana Iraqê di nava naçariyê de enqazên malên xwe temaşa dikin

Di roja 5emîn a erdheja ku li ser sînora Kurdistana Iraq-Îranê pêk hat de xebatên alîkariyê berdewam dikin. Li herêma erdhejê hat dîtin ku mexdûrên erdheja Kurdistana Iraqê di nava naçariyê de enqazên malên xwe temaşa dikin.

Li Derbendîxana Germiyana Kurdistana Iraqê ji ber erdhejê gelek mal hilweşiyan û xera bûn. Li herêma erdhejê xebatên alîkariyê bênavber berdewam dikin. Li herêmê hat dîtin ku kesên mexdûr ên ku di erdhejê de malên wan xera bûne di nava naçariyê de halên malên xwe yên ku bûne enqaz temaşe dikin. li Derbendîxanê gelek mal xera bûn, bi sedan mal zirar dîtin, 13 mekteb hilweşiyan û 2 nexweşxane gelek zêde zirar dîtin. Her wisa li navçê ji ber ku dîwarên bendavê derizîn gundên derdorê hatin valakirin.

Ji ber ku 3 jenetorên avê tahrîb bûne ava navçê tuneye.

Her wisa hinek welatî li navçê hewil didin bi keda xwe û bi tena serê xwe malên xwe ji nû ve çêbikin. Kesên mexdûr ên ku ji erdhejê zirarê dîtine li benda alîkariyê ne.(ÎLKHA)

 








































 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin