Mexdûrên erdhejê ji bo dildarên Karwana Hêvî spasîyên xwe anîn zimên

Welatiyan spasiya Weqfa Kerwana Hêvî ya ku li Semsûrê ku piştî erdhejên 6ê Sibata hatin bi hewara wan de daxuyanî dan û razîbûna xwe anîn zimên.

"Me piştî erdhejê cara ewil ecîn xwar"

Mehmet Mustafa Yilmaz ji dildarên Kerwana Hêviyê re spas kir û wiha got: "Xwedê rehma xwe bide hevalên me yên ku bi dildarî di Kerwana Hêvî de dixebitin. Her roj li vir çi ji destê wan tê dikin. Okanê ku li vir ji bo me pir bi qîmet e, ji me re acînê distrîne. Bû nesîb min jî xwar. Spas ji we hemûyan re. Xwedê ji wan razî be."

"Xwedê wan hemûyan ji qeza û bela biparêze"

Zelîha Akman diyar kir ku xwarin di hawîrdoreke hijyenîk de tên çêkirin û xweş in û wiha got: “Ez ji temamê xebatkarên Kerwana Hêvîyê re teşekkur dikim. Xweda xêra wan qebûl bike.”

“Rebbê min hem li dinya û hem jî li axretê ji we razî be”

Fatma Urder jî derbarê mijarê de destnîşan kir xebatkarên Kerwana Hêvî ji bo welatiyan dibetilin û wiha got: “Em ji hemû xebatkarên Kerwana Hêvî memnûn in, ji bo me bêzar bûne. Ji bo me ew qas hewl didin ku ne yek kes, ne deh kes lê bi hezaran kes ji bo me têdikoşin. Rebbê min hem li dinya û hem jî li axretê ji we razî be, em gelek memnûn in, ji xwarinên hazirkirî jî em pir memnûn in, ciwan û kal û pîr tên û xwarinên me digrin.”

"Xwedê wan hemûyan razî bike, ew karekî mezin dikin"

Mahmut Topaloglû got, "Xwedê ji van hemûyan razî be, karên pir baş dikin. Ji bo me her tim hewl didin. Dema kesên ku malên wan ji ber erdhejê hilweşiyane di konan de mexdûr in, ez vê yekê rast nabînim kesên ku malên wan nehatine xerakirin werin û wek hewcedaran malzemeyan bikirin, çima wisa dibe." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Du gumanbarên têkiliya wan bi êrîşa li ser cihê kar a li Dîyarbekirê re hene hatin girtin
Li nêzîkî gundê Çinarê 2 otomobîl serî bi serî li hev ketin
Li navçeya Ulukışla ya Nîxdeyê, di qezaya trafîkê de welatiyê me yê ji Çinarê bi giranî birîndar bû
Li Behra Reş ÎHAyek ku ji bin kontrolê derketibû hat xistin
Li Erdexanê berfa ku dibare tesîra xwe didomîne