Salek berê Zanîngeha Dîcleyê, ji bo perwerdeya zimanî kurdî bi ezmûnê 150 mamoste stendibûn. 150 mamoste ketin ezmûnê. Ji nav hezar kesî heqê perwerdeya zimanê kurdî ya lîsansa bilind a bêtez bi dest xistin. Du heyam xwendin. Hinek ji deverên dûr hatibûn û ji bo xwendinê hemû îmkanên xwe sefer kiribûn.
150 mamosteyan, lîsansa bilind qedandin. Lê ji ber ku li zanîngehê gilî hat kirin, destûrnameyên xwe nestendin û hê jî destûrnameyên wan ne hatine dayîn. Ji bo qedandina mexdûriyeta wan, mamosteyan li ber enstîtutua zanîngehê beyanata medyayî li dar xistibûn. Lê mexdûriyeta wan bidawî nebû.
Niha îstîhdamkirina mamosteyên kurdî di rojevê de ye. Eger destûrnameya van mamosteyan neyên dayîn, ew ê dîsa mexdûr bibin. Mamosteyên mexdûr ji rayedarên hikûmet û zanîngehê dixwazin ku mexdûriyeta wan bidawî bikin û ji bo mamostetiya kurdî bên îstîhdamkirin.
Çınarın Sesi