Mexdûriyeta veguherîna bajarî bû sedem ku Xaltiya Rabîa bikeve nav dest û piyan

Pîreka ixtiyar a ku ew ê li Sûra Diyarbekirê mala wê di bergeha veguherîna bajarî de bê xerakirin ji ber ku ew ê ji mala xwe ya ku ev nêzî 50 salan e lê dijî veqete ket nav dest û piyan.

Li Taxên Lalebey û Alîpaşaya Sûra Diyarbekirê xerakirina malên ku di sala 2013an de hatibûn xistin nava bergeha veguherîna bajarî berdewam dike.

Rabîa Tulaya 90 salî ya ku ji 50 salî zêdetir di mala xwe ya li Taxa Alî Paşayê îqamet dike ji ber ku ew ê mala wê bê xerakirin nexweş ket û ket nav dest û piyan.

Tulaya ku malbata wê lê xwedîtiyê dike her ku diçe rewşa wê xerabtir dibe.

Hatîce Tulaya ku bûka Rabîa Tulaya 90 salî ye derbarê mijarê de diyar kir xwezûrê wê ji ber tirsa veqetîna ji Sûrê ketiye stresê nexweş ketiye û wefat kiriye.

Tulay di berdewama axavtina xwe de diyar kir xwesû û xwezûrê wê digel hev wê xaniya ku lê rûdinin ava kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xwesûwa min wek bûk hatiye vê malê. Vê malê ew û xwezûrê min digel hev çêkirine. Bi sed zehmetî û kedê vê malê çêkirine. Temamê qîz, law û neviyên xwe di vê malê de zewicandine. Ev mal di bergeha veguherîna bajarî de ketiye nav wan malên ku dê bên xerakirin. Ev yek ji pîrekê re giran hat û ev du meh e ku ketiye nav dest û piyan. Perîşan bûye û ji şeveqê heta êvarî digrî û dibêje “Hûn çima mala min xera dikin? Ez ji mala xwe dernakevim. Bila kepçe were û malê di ser min de xera bike.’ Ji me re zehmetiyan derdixe. Me eşyayên xwe berhev kir û me got em derkevin. Lê belê ji me re got ‘Hûn diçin biçin ez nayêm.’ Em jî li ba wê man.”

 “Em wek malbat perîşan bûn”

Tulay di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber ku xwesûwa wê nexweş ketiye ew pir xemgîn bûne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di serî de zilamê min em tev de perîşan bûn. Xwesûwa min ji me re bes ne xwesûtî bi heman awayî dêtî jî kir. Xweda jê razî be. Xwezûrê min jî merivekî baş bû, ew jî bi heman awayî ji qehran nexweş ket û mir. Li tevahiya Sûrê kî mala xwe ji vir bar kiribe kesek ji mala wan ji qehran mir. Lewra ev yek ji wan re giran hat û nema xwe ber vê perîşaniyê re girtin. Wekî din jî pîr û kal bûbûn, dema ku keda mirov hema carekê ji dest biçe ev yek lê gelek giran tê. Însan di 25 salan de vê malbatê bi hev ve girê dide û mala xwe ava dikeç De were bi darbeyekê kepçê xera bike. Xweda dê vê yekê qebûl neke. Em jî halê xwe ji Xwedê re hewale dikin. Ya Rebbê me, tu ji me re bibe alîkar.”

 “Bila rayedar dengê me bibihîzin”

Tulay diyar kir mexdûriyeta wan ne tiştekî biçûk e û wiha got: “Ev 6 meh in ku avên me nayên û ceyrana me tuneye. Ji Rebbê min re şikir, em avê ji camiyê tînin. Em ceyranê li vê derê faqîrxaneyek heye em ji wê derê dikşînin. Xweda mezin e, ji me re bû alîkar û em debara xwe bi şiklekî dikin. Mala me 3 qetî ye û di bin de jî dikan heye. Em 4 malbat li vê derê dijîn,  3 bûk û digel xwesûwa min. Di bedela xaniyê 3 qetî û dikanê de 54 hezar û 800 lîre didin me. Dema ku em vî pereyî di nav malbatan de parve bikin serê malê 4 hezar û 500 lîre dikeve para me. Niha em bi 4 hezar û 500 lîrê çi bikin? Ji xwe dema ku bikeve kirê nêzî 2 hezar lîreyan depozîto ji te dixwazin. Bila rayedar dengê me bibihîzin. Bila kevirên di bedenê de rabikin û em xaliyên xwe top bikin û li wê derê bijîn. Bila xwe têxin şûna me.”

 “Dema ku ez dikevim nava Sûrê weke ku ez ketibim nava cennetê ji min re xweş tê”

Tulay di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji bo mîqtara bedela xanî ya ku ji wan re hatiye dayîn bê zêdekirin ew serî li mehkemê dane û pêvajoya mehkemê hêj berdewam dike. Tulay dû re wiha got: “ Ez li vê taxê mezin bûm û zewicîm. Zarokên min hatine emrê zewacê. Êdî ez ê jî bibim dapîr. Însan zû bi zû nikare dev ji cihê ku lê dijî berde. Wek mînak carinan ez bo mêvandariyê diçim Dîclekentê yan dereke din, ez li wan deran aciz dibim; dema ku ez dikevim nava Sûrê weke ku ez ketibim nava cennetê ji min re xweş tê. Em ji ber ku li vê derê jiyane gelekî zêde ji vir hez dikin. Ji ber wê yekê bila bela xwe li me nedin, bila dest nedin malên me. Roja înê diviyabû eseh em derkevin, lê belê em dernektin. Mala li kêleka me xera kirin. Wisa xuya dike ew ê ya me jî sibe xera bikin.”

“Berî vê du salan li vê derê şer hebû, niha jî em ketine derdê malên xwe”

Tulay di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji bo em ji vir derkevin me tu hazirî nekiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em nizanin çi bikin. Psîkolojiya me û zarokên me xera bû.Ji xwe berî vê du salan li vê derê şer hebû, niha jî em ketine derdê malên xwe. Yanî ger me herin derekê jî encax du salan de em psîkolojiya zarokên xwe baş bikin.Wekî din dapîra wan wisa ketiye nav dest û piyan. Zarokên min li ber dapîra xwe dikevin û li serê direalin, pir jê hez dikin. Ev bû çend şev rewşa wê ew qas xira bûbû ku me li ser xwesûwa min Yasînan dixwand. Hemd ji Xweda re çavê xwe vekir, parîkekê baş bûye.”

 “Em alîkariyê naxwazin, bes bila dest nedin mala me”

Tulay di dawiya axavtina xwe de diyar kir bo Xwedê dengê me bibihîzin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Em erzaq merzaqê naxwazin.Em dibêjin bila rayedar bes dest nedin  mala me, em mala xwe dixwazin. Em tu tiştekî din teleb nakin. Bila mala me xera nekin.”

Rabîa Tulaya ku ketiye nav dest û piyan di hevpeyvîna ku di meha gulanê de dabû de derbarê mijarê bi kelegirî de wisa gotibû: “Ez  mala xwe nadim. Di beramberê mala min de 50 hezar lîre dane. Ez nikarim bi 50 hezar lîreyê ji xwe re mal bistînim. Ji ber wê yekê ez ê mala xwe nedim wan. Min bikujin jî ez ê mala xwe nedim wan. Ez bi rojî me, ne ceyran û ne jî ava me heye. Ez heta fitarê wisa disekinim û dû re ez tiştinan dixwim. Me ji van mehrûm hiştine. Em 20 nifûs in , ez mala xwe nadim wan.”

ÎLKHA

 




















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin