Wekî tê zanîn di sala 2012an de, komela Mustezef-Derê ji bo ku navê qada deriyê çîyê wek meydana şêx Seîd bê guhertin, muracaetî Şaredarîya Bajarê Mezin a Dîyarbekirê kiribû. Bi derengî be jî ev daxwaz û muracat pêk hat. Bi qebûlkirina navê Meydana Şêx Seîd, razîbûn û bertekên erênî zêde bûn.
Ji neviyên Şêx Seîd û parlementerê kevn ê Erziromê yê dewrên 19an û 20î Ebdulîllah Firat, mal avahîya xwe ya ji bo Huseyîn Yilmazê serokê kevn ê komela Mustezef-Derê ku ji bo guhertina navê meydanê kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin û ji bo hemû kesên kedkar anî ziman û ew tebrîk kirin.
Ebdulîllah Firat di beyana xwe de cî da van gotinan: “Di şexsê we de ez hemû endamên we yên ku ji bo derketina vê qirarê kedkar bûne tebrîk dikim, spasî û şukranên xwe tînim ziman.”
Wekî tê zanîn komela Mustezef-Dera ku hatiye girtin, di Adara 2012an de ji bo guhertina navê meydanê dest bi kampanyaya îmzeyê kiribû, îmzeyên komkirî teqdîmî Osman Baydemîrê serokê belediyê yê wê dewrê kiribû.
Çınarın Sesi