Mezargehê Ustad Nûrsi

Komîsyona Meclîsê Wê Li Mezargehê Bedîuzzeman Bigere

Cûnta 27ê Gulanê, cesedê Ustad Bedîuzzeman veşartibû. Ev 50 sal zêdetir e, mezargehê Ustad Seîd Nûrsî, veşartiye.

Komîsyona lêkolîna derbeyan û muxtiran ya meclîsê, dixwaze mezargeha Bedîuzzeman kifş bike. Ji ber vê yekê jî, dest bi xebatê kir. Wekîlê Manîsa Selçûk Ozdağ, da zanîn ku gava cesedê Seîd Nûrsî, ji alî cûnta 27ê Gulanê ve hatiye veşartin, mensûbê Yekîtiya Komîteya Mîllî Ahmet Er, li dervê welat buye. Feqet mensûbekî din ê Yekîtiya Komîteya Mîllî yê Nûman Esîn, ji Ahmet Er re gotiye ku neaşê Nûrsî, neqlî cîhekî nediyar kirine.

Wekîl Ozdağ wiha diyar kir “Divê van her du kes bêne guhdarî kirin. Agahiyên wê bidin, divê li ser wan şêwir bê kirin û mezargeha ‘alimê han bê tesbît kirin. Dibe ku hinek bêjin sirrê dewletê ye. Feqet 50 sal bi ser de derbas buye. Divê zîhniyeta ku li neaşê Seîd Nûrsiyê bêsûc zulm kiriye, bê eşkere kirin.” (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin