'MHP Xizmeta Fikra Şêytîn Dike'

Erdogan bûyerên ku li Sînopê pêk hatin nirxand û got 'Kesên ku eriş li BDPyîyan kirine alîgirên MHP ê û CHPê ne'

Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan di civîna Koma Partîya xwe ya li Meclîsê de peyamên girîng da.

    Erdogan protestoyên ku li Sînopê dijî parlanterên BDPyî hatibu kirin nirxand û got ev kesen ku eriş li parlamenteran kirine aligirên MHPê û CHPê ne.

    Erdogan ev bûyer weke provakosyon bi nav kir û got: “Parlameterên BDP ji Sînopê derbas dibin. Lê kesên ku ji CHPê û MHPê pêk tên tevlî provokasyonê dibin û paşê jî qaşo radibin bi peyamên erênî dibêjin ‘firsendê nedin wana, aha nekin, wiha nekin filan û bêvan. Tu biecibinî an jî neacibinî ev kesan parlementerin. Tu mecbur nînî ku beşdarî civîna wan bibî. Lê tu mecbûrî ku hurmet li wan nişan bidî. Di kokên rihên wan de hurmet tuneye. Bi tene bê hurmetî heye.”

    Serokwezîr Erdogan rexneyên tûj li MHPê kir û wiha pê de çû: “MHP ev e. Hiş û mijîyê vê wiha ye. Hun bi astengkirina civînê aramiyê nayinîn welatê me.  Wê deme helbet hun nikarin herin Colemergê û Vanê. Bi tene hun ji Anqereyê dikarin biaxivin. Hun nikarin ji Sêvasê derbas bibin. We nîjatperestî kir. We ji fikra şêytîn re xizmet kir. Ji ber vê hûn çavkaniyên pirsgirêkên wî welatînin. MHP bi tene bi zimanê nîjadperestiyê diaxive.”

    Erdogan rexneyên xwe li BDP jî kir û got BDP jî weke MHPê nîjatperestiyê dike.

    Erdogan CHP jî wiha rexne kir: “Dijminên demokrasiye di vê partîyê de kom bûne. Yên ku derbeyan amede dikin di v  ê partîyê de kom bunê. Here lê binere yahu. Kesên virek, îxtîkar di vê partîyê de kom bûne. Ev koalîasyonek çawa ye? Ez dîsa dia  dikim ku bila xwêde alîkariyê bide hilbêjêrên CHPê.”

Çime: xeberenkurdi.com


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar