Mîdîbûs û wesayît li hev qelibîn: 1 mirî, 35 birîndar

Li Ispartayê mîdîbûsa ku karker têde bûn û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, 2 jê giran 35 kesan jî birîndar bûn.

Qeza li navçeya Uluborluyê pêk hat.

Mîdîbûsa ku di bin kontrola N.D. de bû û karkerên çandinîyê têde bûn, li Çarrêya Uluborluya ku li ser rêya Isparta-Efyonê ye, li wesayîta ku di bin kontrola S.I. de bû qelibî.

Bi tevî tesîra qezayê mîdîbûs li şerempolê gêr bû.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên cenderme û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, 2 jê giran 35 kesan jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin.

Hat destnîşankirin ku mîdîbûs, karkerên ku li gundê Îleydagiya Uluborlayê dixebitîyan dibir Burdurê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno