Midûrê mektebê ji teref kesên çekdar ve hat xwestin bê revandin

DİYARBEKİR - Li navçeya Farqîna Diyarbekirê hinek kesên çekdar xwestin midûrê Mekteba Mehmet Adîl Kepoluyê birevînin.Arîkarên midûrê mektebê xwestin ji kesên çekdar re bibin asteng, lê belê kesên çekdar li ser wan de berik reşandin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin bûyer di derdora seat 15.00an de pêk hat.Di bûyerê de arîkarê midûr H.Y. ji piyê xwe birîndar bû.Hat ragihandin kesên çekdar piştî ku arîkarê midûr birîndar kirin re ji cihê bûyerê reviyan.

Arîkarê midûr ê ku birîndar bûbû bi ambûlansê rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"
Li Dîyarbekirê 48 hezar û 579 esrara kenewîr hatin îmhakirin
Ew ê beşdarî Kongreya Bajarê Dîyarbekirê bibe
Banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin