Miftîtiyê Çinarê bernameya Wîladeta Pîroz lidar xist

DİYARBEKİR - Ji teref Miftîtiyê Çinarê ve di qada vekirî de bernameya Wîladeta Pîroz lidar xistin.

Di bernamê de piştî Tîlaweta Qur’ana Pîroz ji teref hunermend Mustafa Altintop ve mewlîd û îlahî hatin xwendin.

Di bernamê de wek gotarvan Miftiyê Diyarbekirê Burhan Îşlîyen axivî. Îşlîyen di daxuyaniya xwe de bi taybet qala biratiyê kir. Dûvre Îşlîyen wiha axavtina xwe domand: “Ji bo ku em sibê bibin mixatabê silavê Xweda, ferişte û mimînan divê ku em ji îro pê ve koma silavê saz bikin. Divê ew Îslama ku me ji xwe re pejirandiye wek aşitî, selamet û xweşitî şewq bide jiyana me. Ji navê Xweda yekî jî ‘Selam’ e. Xwedê Teala aşitiyê belav dike. Resûlê Xwedê Teala pêxemberê hezkirin, şewqet, rehmet û merhemetê ye. Wî ji zarokan hez dikir û bi zarokan re dilîst. Hz Muhemmed (zxl) wiha dibêje; ‘Heke Mislimanek bi şiklekî hezkirin li rûyê jina xwe binêre Xwedê Teala rehmet lê dibarîne.’ Hz Muhemmed (as) li mal, kûçe û cîranan rehmet diçand.”  (ÎLKHA)























 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"
Li Dîyarbekirê 48 hezar û 579 esrara kenewîr hatin îmhakirin
Ew ê beşdarî Kongreya Bajarê Dîyarbekirê bibe
Banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin