Miftiyê Cizîrê Salahattîn Yilmaz ragihand li navçê 52 camî xesar dît.
Miftiyê Cizîrê Salahattîn Yilmaz di derbarê mijarê de diyar kir li navçê 52 camî xesar dît û êdî ew dixwazin Cizîr weke berê bi navenda ilmê bê bibîranîn.
Her weke ku tê zanîn li navçeya Cizîra Şernexê qedexeya derketina derve 78 roj berdewam kir, di pêvajoya qedexeya de ji ber pevçûn û teqînan gelek mal, kargeh û camî zirar dît.
“Tev de 52 camî zirar dît”
Miftiyê navçê Yilmaz di derbarê mijarê de wiha axivî: “Nexasim li çend taxan mizgeftên me gelek xesarên mezin dîtin.Çawa ku qedexe hat rakirin me hewl da da ku zirar û xesaran tesbît bikin.Ji ber vê yekê me komîsyonek ava kir.Me tesbît kir li navçê 52 camî xesar dît.”
Miftiyê navçê di dawiya axavtina xwe de diyar kir xelkê Cizîrê pevçûnê naxwaze, hizûr û aramîyê dixwaze û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Her weke ku tê zanîn Cizîr çavkanî û navenda ilme bû, ji ber vê yekê divê cardin Cizîr rucû’e eslê xwe bike û bibe navenda ilmê.Her wiha divê cardin ji Cizîrê kesên mîna El-Cezerî, Şêx Seyda û Îbnûl Esîr derbikevin.”
ÎLKHA