Miftiyê Dîyarbekir Îşliyen ji bo qursên Quranê bangî rayedar û dê û bavan kir

Miftiyê Diyarbekir Bûrhan Îşliyen ji bo qursên Quranê bangî dê û bavan kir û xwest ku zarokên 4-6 salî bişînin qursên Quranê.

Miftiyê Diyarbekir Bûrhan Îşlîyen bahsa girîngîya qursên Quranê yên ji bo zarokên 4-6 salî hatine vekirin kir û xwest ev qurs li hemî mekanên minasib û camîyên ku cî lê hebin werin vekirin.

Îşliyen destnîşn kir ku ‘emrê 4-6 salî ji bo hînbûna Quranê emrekî îdeal e û îfade kir  ku sala borî hejmara xwendekarên wan hezar û 200 heb bûn, îsal ew armanc dikin ku ev hejmar bighêje 5 hezaran.

Îşliyen, destnîşan kir ku ew van qursan pir girîng dibînin û weha got: “Dema perwerdehî û hîndekariya salê dest pê kir kelecana qursên me yên ji bo zarokên 4-6 salî jî dest pê kir. Sala borî li navenda Diyarbekir û navçeyên wê nêzîkî hezar û 200 heb zarokên me yên 4-6 salî perwerdehîya Quranê dîtin. Em hewl didin ku îsal ev hejmar bighêje 5 hezar zarokan. Em dixwazin bi piştgirîya şaredariyên me di warê cî û materyalan de em dixwazin qursên ji bo zarokên 4-6 salî vekin. Em vê pir bi qîmet dibînin.”     

“Bi kêf û şahî dilîzin û hîn dibin”

Îşliyen diyar kir ku ew perwerdehiyeke klasîk a Quranê  nadin zarokên 4-6 salî û li axaftina xwe wisa zêde kir: “Me li gor emrê zarokan pol û materyalên perwerdehiyê amade kirine û wê di bin refaqeta mamosteyên me de bi lîstik û kêf û şahîyê perwerdehiyê bibînin. Zarokên me hînî diaya xwarinê dibin. Terbiye û edeba sifrê dielimin. Îdarekirina bi hevalên xwe re dielimin. Bi wan destên xwe yê nazik û bi zarê xwe yên temîz dia ji ber dikin û wan dixwînin û hinî kelîma tewhîd û şehadetê dibin. Zarokên zekî û bi qabîlîyet di nava salekê de hînî xwendina Quranê dibin û pir xweş dixwînin. Ev ji bo pêşeroj, qarekter û şexsiyeta zarokan zahf girîng e.”  

Miftî Îşliyen bangî rayedar û dê û bavan kir û got: “Ez ji dayik û bavan îstirham dikim bila li temamê sîteyan, mekanên minasib ji bo zarokên 4-6 salî bikin qurs . Em ê xeyret bikin di temamê mizgeftan de van qursan vekin. Bi alîkariya we ez bangî Reîsên me yên Şaredariyan, rayedaran û qayyûman dikim û ji wan îstîrham dikim. Em avahiyên vala ji bo van qursan texsîs bikin. Em ji wan bexşîşan naxwazin, bila demekê malên xwe bikaranîna wan dewrî Karê Diyanetê bikin û bi vî awayî em ê ji zarok û mezinan re qursên Quranê vekin û zarokên me wê ji van qursan îstîfade bikin. Em ê di bin qontrola mamosteyên pispor de wan perwerde bikin.”

ÎLKHA

 




















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e