Miftiyê Rihayê: Em ê berpirsiyartiya ku ji me tê telepkirin bi cî bînin

Miftiyê Bajêra Rihayê di warê rayeya birîna mehrê ya ji teref miftiyan de diyar kir em ê berpirsiyartiya ku ji me tê telepkirin bi cî bînin.

Miftiyê Bajêra Rihayê  Îhsan Açik derheqê pêşnûmaya qanûnê ya ku pê rayeya birîna mehrê ji miftiyan re tê dayîn û di TBMMê hat qebûlkirin de nirxandinan kir derbarê mijarê de diyar kir  ew ê wek her memûrekî dewletê temamê wezîfe û berpirsiyariyên xwe bi cî bînin û dû re wiha got: “ Di vê mijarê de ew ê Serokatiya Karên Diyanetê rêziknameyê amade bike ka ew ê li kû derê, çi wextî û çawa mehr bê birîn. Piştî wê jî ew ê miftî jî wek serokên şaredariyan mehrê bibirin.”

 “Miftî jî dê karibin wek serokên şaredariyan mehrê bibirin”

Açik di berdewama axavtina xwe de diyar kir  meclîs ji teref miftiyan ve birîna mehrê qebûl kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Digel gelek wezîfeyan ev wezîfe jî ji miftiyên me yên li bajêr û navçeyan re hat dayîn. Em wek memûrê dewletê em ê tiştê ku ji me tê xwestin bi cî bînin. Serokatiya Karên Diyanetê rêziknameyê dê amade bike ka ew ê li kû derê, çi wextî û çawa mehr bê birîn. Piştî wê jî ew ê miftî jî wek serokên şaredariyan mehrê bibirin. Ez hêvî dikim ku ev yek bo temamê welatiyên me bibe wesîleya xêr û bereketê.”(ÎLKHA)






 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mala îxtîyaran de bi kêrê êrîş: 2 mirî, 1 birîndar
Li Diyarbekirê 173 kîlo esrar hat bidestxistin
Li xwepêşandanên Xezzêyê di zanîngehên Amerîkayê de heya niha herî kêm 2 hezar kes hatin binçavkirin
Di jenosîda li Xezzeyê de 34 hezar û 622 kes şehîd bûn
Li Rihayê piştî limêja înê ji bo Saklananê şehîdê Qudsê daxuyanî hat xwendin