Mihafizên Şoreşa Îranê: Em ê tolê bistînin

Mihafizên Şoreşa Îranê bi daxuyaniya ku belav kir destnîşan kir ‘Em her xwîna ku tê herikandinbêtol nahêlin û ji bo canê xelkê xwe mihafeze bikin kêlîkê jî em teredudê nakin.’

“Em ê xwîna ku tê herikandin  bê tol nahêlin”

Ji teref Mihafizên Şoreşa Îranê ve di derheqê êrîşên çekdarî û bombeyî ya ku doh li meclîsa Îranê û Turbeya Îmam Humeynî hat kirin û ji teref DEAŞê ve li xwe hat girtin de daxuyaniyek hat belavkirin.Di daxuyaniya ku hat belavkirin de bal hatin kişandin li ser  wextê  êrîşên ku piştî ziyareta  Serokê DYAyê Trump a ku li Erebistana Siûd hatibû kirin û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “ Êrîş piştî ku heftiyek ji ser hevdîtina Serokê DYAyê û dewleteke paşde mayî ya ku destekê dide terorîstên tekfîrî derbas bû re hat kirin. Ji teref DEAŞê ve ev êrîş li xwe hat girtin ku ev yek jî nîşan dide tiliyên wan di vê êrîşa hovane de heye.”

Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin ‘Em  xwîna ku tê herikandin  bê tol nahêlin û ji bo canê xelkê xwe mihafeze bikin kêlîkê jî teredudê nakin.’(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin