Der barê rewşa Misrê de, endamê komîteya Îxwan Dr. Eşref ‘Ebdulğeffar, ji qezeta Doğrûhaberê re xeber da.
‘Ebdulğeffar li ser pirsa ku Îxwan xistine lîsteya terorê, wiha got: “Tu qîmeta vê qirarê ji bo me tune ye. Em qirareke betal dibînin. Em texmîn nakin ku qirara cûntayê, li ser xelkê tu tesîr û bandoreke tirsandinê bike. Lewra beriya qirarê, tevgerê wan li gorî vê qirarê bû.”
Li ser bûyerên Tirkiyê jî wiha got: “Belê bûyerên li Tirkiyê bi yên Misrê re têkildar in.
EM van bûyeran, karê eynî mîxraqê dibînin. Lewra çawa îro li pey derbeyê Emrîka û Îsraîl hebe, li pey bûyerên Tirkiyê jî heman hêz hene ku qaosê derdixin. Di vêya de tu şek û gûmana me tune ye. Em baş dizanin ku di pey van planan de, welatên Ereb yên xalîçê, Îsraîl û Emrîka hene.”