Mij bû sedema qezayê: 1 mirî, 4 birîndar

Li Êlihê di qezaya trafîkê ya ku ji ber mijeke zêde di navbera pîkap û otomobîlekê de qelibî de xwendekarekî lîseyê canê xwe ji dest da û 2 jê giran 4 kes birîndar bûn.

Qeza, li Taxa Îrmiyê ya Navendî ya Êlihê li ser Rêbeja Weserê ya Kolana Raman a Rojava pêk hat.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin di qezaya ku pêk hat de ji ber mijê pîkapeke bi plaqeya 72 ABE 146 û maşîneya bi plaqeya 72 DT 366 li hev qelibîn, di encama qezayê de xwendekarê lîseyê Muhammed Y. Ç. canê xwe ji dest da û 4 kesên ku navên wan nehat hînbûn jî birîndar bûn ku 2 ji wan giran e.

Di dema ku birîndar bi ambûlansên ku hatin cihê qezayê ji bo nexweşxaneyên cuda yên bajêr hatin rakirin û rewşa 2 birîndaran giran e.

Cenazeyê Muhammed Y. Ç ê xwendekarê lîseyê yê ku di qezayê de jiyana xwe ji dest da ji bo otopsiyê birin merga Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

Der barê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin