Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!

Pisporê Nîrolojiyê Doç. Dr. Mustafa Emir Tavşanlı diyar kir ku di payîzê de zû tarîbûna rojê, kêmbûna aktîvîteya fîzîkî û guherîna nîzam û rêzika xewê û adetên jiyana rojane, şikayetên mijê mejî zêde dikin.

‘Mijê mejî’ ku di salên dawî de freqansa dîtina wê zêde bûye, dibe sedema şikayetên wekî zorxwarina di baldanê (fokusbûnê) de, neşiyan ku fikran wekî berê baş bîne ser hev, zorxwarina di domandina balê de û zorxwarina di işlekirina agahiyên nû de.

Pisporê Nîrolojiyê Doç. Dr. Mustafa Emir Tavşanlı diyar kir ku mijê mejî ku ji nexweşiyekê zêdetir koma şikayetan e, di ketina wê ya zêdetir a rojevê ya salên dawî de mercên jiyana kûr û bi stress, nediyarîya xewê, nebûna livînê û bi taybetî enfeksiyonên wekî Covid-19ê jî xwedî bandor in.

Tavşanlı got: "Nexweşên me bi giştî şikayetên xwe bi awayê zorxwarina di dîtina peyvan de, zorxwarina di fêmkirina metnekî ku dixwînin de û neçarmana xwendina dîsa û dîsa, û kirina karên xwe yên rojane hêdîtir û bi zorxwarineke zêdetir diyar dikin."

Doç. Dr. Tavşanlı ev îfade bi kar anîn: "Bi payîzê re zû tarîbûna rojê, kêmbûna aktîvîteya fîzîkî û guherîna nîzam û rêzika xewê û adetên jiyana rojane, hin faktorên demsalî jî dikarin şikayetên mijê mejî zêde bikin. Bi tedbîrên sade lê bandor kêmkirina şikayetan gengaz e."

Pisporê Nîrolojiyê Doç. Dr. Mustafa Emir Tavşanlı, dijî mijê mejî 6 tedbîrên bandor tevî hişyarî û pêşniyarên pêwendîdar wisa parve kirin:

Balê bikişînin ser rêzika xewê

"Pêdiviya dema xewê, saeta ku xew tê û saeta şiyarboyînê ya her ferdekî ji aliyê genetîkî ve ji hev cuda ye. Her ferd divê hewl bide ku saet û dema xewê ya birêkûpêk ku rêzika wî ya xewê xera neke bi cih bîne. Heke di derbarê kalîteya xewê de pirsgirêkê dijî (ji bo nimûne; mişxarî, rawestîna bêhnê di xewê de an jî rewşa xewa zêde di nav rojê de hebe) divê ji aliyê bijîşkekî tibba xewê ve bê nirxandin.

Bi awayekî saxlem û hevseng bixwin

Ji bo tenduristiya mejî bi taybetî parêza (diyeta) tîpê Deryaya Navîn guncaw e. Divê hewl bê dan ku rêzikeke xwarinê ya hevseng ku çavkaniyên rûnê yên saxlem ên wekî sebze, fêkî, genimên temam, gûz û hişkayî, masî û rûnê zeytûnê dihewîne bê rûniştandin. Xwarina zêde ya şekir û danên nediyar jî li ser tenduristiya mejî bandoreke nebaş dikin.

Egzersizên birêkûpêk bikin

Aktîvîteya fîzîkî û egzersiza birêkûpêk ne tenê ji bo tenduristiya masûlke û dil, ji bo karkirina saxlem a mejî jî girîng e. Di hefteyê de herî kêm 150 deqîqe veqetandina dema ji bo aktîvîteya fîzîkî ya navîn, ji bo nimûne meşîna bi lez, sûdeke mezin dide.

Fêrî rêveberiya stressê bibin

Bandora nebaş a stressa demdirêj di ser fonksiyonên mejî de heye. Di jiyana rojane de tevî ku stress bi temamî nayê rakirin jî, pêşxistina rêbazên serederîkirina bi stressê re gengaz e. Çêkirina hobiyan, dampêdana kurt di cihê kar de, egzersizên sistker (egzersizên bêhnstendinê hwd.) dikarin di serederîkirina bi stressê re bibin alîkar. Lê heke ev rêbaz serkeftî nebin û kes êdî hest bi 'têkçûn/stûxwarinê' bike, divê piştgiriya profesyonel bê girtin.

Ji ronahiya rojê sûd wergirin

Ronahiya rojê di rêzikxistina saeta biyolojîk a laş û domandina dewreya xew-şiyarbûnê de rolekî girîng dilîze. Di mehên payîz û zivistanê de dema ronahiya rojê ya xwezayî kurt dibe. Ji bo ku mirov kêm-zêde ji ronahiya rojê ya xwezayî sûd wergire, girîng e ku heta ji dest tê di saetên beyaniyê de di hewaya vekirî de demê derbas bike û di nav rojê de demeke dirêj di hawirdorên girtî de nemîne.

Tevlî aktîvîteyên zihnî û civakî bibin

Xwendina pirtûkan, fêrbûna zimanekî nû, eleqedarbûna bi hobiyan re û bi dest xistina behreyên nû bikaranîna fonksiyonên cognitive yên cuda dabîn dike. Ev aktîvîte ne tenê dijî mijê mejî, di heman demê de li ser pêvajoya pîrbûna mejî jî bandoreke erênî dikin. Bi heman awayî rawestandina têkiliyên civakî jî piştgiriyê dide rewşa başbûna zihnî û hestyarî."

Mijê mejî îhmal nekin!

Pisporê Nîrolojiyê Doç. Dr. Mustafa Emir Tavşanlı bal kişand ser wê yekê ku divê hin rewşên bijîşkî yên ku dikarin bibin sedema şikayetên mijê mejî jî neyên paşguhkirin û got: "Ji bo nimûne; kêmxwîn, nexweşiyên tîroîdê, kêmasiya vîtamînan, depresyon, nexweşiyên xewê û bandorên alî yên hin dermanan jî dikarin bibin sedema nîşaneyên dişibin hev. Ji ber vê yekê di nexweşên ku bi şikayeta mijê mejî serlêdan dikin de lêkolînkirina van tabloyan jî girîng e."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin
Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî