Şer û pevçûnên li Sûriyê, herî zêde xelkê sivîl dieciqîne û perîşan û şerpeze dike. Komîseriya bilind ya milteciyan ya Dewletên Yekbûyî beyan kir ku eger aşitî pêk neyê û şertên ewlehiyê neguherin, dibe ku di sala 2014an de, di navbera 2 û 5 milyon de kesên Sûriyeyî ji ber şer û tunebûniyê welêt terk bikin. Hêviya rayedarê ku ev agahî dane, Tirkiye ye.
Koordînatorê komîseriyê li Tirkiyê hinek ziyaret pêk anîn û di hevdîtinan de, li ser rewşa însanî ya Sûriyê, şert û mercên heyata milteciyên Sûriyê xeber da. Koordînatorê beyan kir ku xwestine xwe bigihînin xelkê li navîna Sûriyê.
Gazî agirbestî û navbera însanî kirine da ku malzemên alîkariyê bighînin xelkê vê herêmê. Koordînatorê wiha got: “Pêdiviya însanan bi av, ğida, xizmetên sihhetê, parastina ji şer û top û bombardimanan heye. Heta ku aşitî pêk neyê, hem di nav Sûriyê de hem jî li dervê welat, em ê tevgerînin zêde bibînin.”
Li aliyê din hat îfadekirin ku grûbên mixalîf naxwazin bi Esed re hevdîtinên aştiyê pêk bînin. 19 grûbên xurt yên li ber Esed in, li Londonê bi wasîteya berdevkên xwe beyan kirin ku konferansa aştiyê ya dewletên yekbûyî dixwaze pêk bîne, li ber şoreşê komployek e û şermezar dikin. Bi vî cewaba redkirinê, hêviya li Cenewreyê rûniştina bi rejîmê re zeîf bû.
Bi konferansê tê armanckirin ku şerê li Sûriyê bi dawî bibe. Berî niha jî gelek caran hewl û teşebbus hatibûn kirin, lê konferans pêk nehatibû. Hevdîtinên aştiyê pey îmhekirina sîlehên kîmyewî ketibû rojevê.
BANGAHEQ