Her weke ku tê zanîn berî niha li Diyarbekirê derketibû holê ku hinek personelên Dîcle DEDAŞê ji bo zêdetir prîm bistînin qabloyan bi sayacên ceyranê ve kiribûn û fotografên vê yekê girtibûn û ev personel kesên serfkar weke ku ceyrana qeçax bikaranîne nîşan dabûn.Mîna vê îddîayê îddîayeke nû li Êlihê jî rû da.
Li Xaçerêya Şehîdên Qibrisê ya Taxa Kultura Êlihê yekîneyên DEDAŞê ji xwediyê dikanekê re bi îddîaya bikaranîna ceyrana qeçax 5 hezar û 780 lîre ceza birîn.
Xwediyê dikanê Haşîm Yeşîl di derbarê mijarê de sûcdarkirina bikaranîna ceyrana qeçax red kir û destnîşan kir dema ku wî cezaya ceyrana qeçax dîtiye gelek şaş bûye.
Yeşîl di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir hinek personelên DEDAŞê ji wan re dibêjin bikaranîna ceyrana qeçax heqxwarina ebdan e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Sala borî 2 xort hatin vê derê û gotin ku em ji yekîneya qeçaxvantiyê ne.Cihê sayacê pirs kirin, min jî cihê sayacê nîşanî wan da.Di nava 2-3 deqîqeyan de lê nihêrtin û gotin ku tiştek di seatê de nîne.Piştî heftîyekê ji min re 5 hezar û 780 lîre ceza hat. Min qet ceyrana qeçax bikar neaniye, lê vê cezayê dan min.Personelê DEDAŞê ji gelek kesên mîna min re ceza biriye.Ez ê DEDAŞê bidim mehkemê.
“Di her halî de digel faîza wê tu dê cezayê bidî”
Yeşîl di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew ji bo ji cezayê re îtîraz bike çûye DEDAŞê û dûre qala guftegoya xwe û ya di navbera personelê DEDAŞê kir: “Min ji personel re got ku ez ê dozê vekim û wê bidim dozgeriyê.Ji min re gotin ku ‘tu dixwazî bi kû ve biçe biçe, ger ku tu a niha bidî tu dê cezayê ji sedî 30 hindik bidî.Ger ku tu nedî û biçî dozgeriyê dê tu her halî de digel faîzê cezayê bidî.’Min ji wan re got ku dê dozgerî qerarê bide.Ji ber vê gotina min ji min re gotin ku ‘Ji xwe dewlet li pey DEDAŞê ye, dozger jî a dewletê ye.Ji bo dozgeriyê zabitnameya ewil muhîm e. Ew ê di her halî de digel faîza wê tu cezayê bidî.”
“Ez ê heta dawiyê heqê xwe bigerim”
Yeşîl di berdewama axavtina xwe de destnîşan ew ê li heqê xwe bigere û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Li temamê Êlihê ji hemû kesî re kaxizeke ku ji bilgisayarê hatiye dexistin hatiye şandin.Tenê mîqtara pereyan û dayîna dîrokên wan ji hev cûda ye.Ji hinek kesan re 3 hezar, ji hinekan re 4 hezar, ji hinekan re 5 hezar û ji hinekan re jî 9 hezar lîre ceza hatiye dayîn.Ez ê dozê vekim û heta dawiyê heqê xwe bigerim.Şerm û fêdî nakin, lewra di kaxiza ku ji min re şandine de qala heqê ebdan dikin.Min ceyrana qeçax bikar neanî, lê 5 hezar û 780 lîre ceza dan min, gelo ma ev ê heqê evdan? Ji bo bikaranîna ceyrana qeçax tu sebeb nîne.Her meh 100 lîre fatura ji min re tê, ez ê ji bo vê faturê ceyrana qeçax bi kar bînim.Niyeta min nîne ku ez vê cezayê bidim.”
ÎLKHA