Mînîbusa ku ji dawetê vedigerîya qeza kir: 4 mirî, 10 birîndar

Di encama qezaya ku li Erzîncanê pêk hat de 4 kes canê xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.

Qeza li ser 40emîn kîlometreya rêbeja Erzîncan-Sêwasê li mewqîya Bihûreka Sakaltutanê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mînîbûsa ku şofêrê wê S.O. bû û ji dawetê vedigerîya ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn ji kontrolê derket û qeza kir.

Di encama qezayê de 4 kes canê xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"