Mînîbûsa ku karker tê de bûn qelibî: 13 birîndar

Li navçeya Çarşembeya Semsûnê mînîbûsa ku karkerên findikê tê de bûn li şerempolê gêr bû, di encama qezayê de 13 kesan birîndar bûn.

Qeza, di seat 11.00an de li alîyê Gokçelîya ser rêya Çarşembe-Ayvacikê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsa ku di bin îdareya Oktay Z. de bû û karkerên findikê tê de bûn, ji ber sedemeke ku hêj nediyere li şerempolê gêr bû.

Di encama qezayê de 13 kesên di nav mînîbûsê de bûn birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re gelek ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewlet a Çarşembeyê re hatin sewqkirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno