Mînîbûsa ku karkeran vediguhast qeza kir: 2 mirî 18 birîndar

Li Rihayê serwîsa karkerên zireatê vediguast û otomobîl li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest danû 18 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Rihayê serwîsa ku karkerên zireatê vediguast û otomobîl li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan  û 18 kes jî birîndar bûn.

Qeza di wextên şeveqê de li nêzî taxa Kisasê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin  mînîbûsa bi plaqeya 63 DP 614 a ku ajokarê wê Atîlla Ateş bû û karkerên ku di serayê de dixebitîn  di nav de bûn bi otomobîla bi plaqeya 38 KV 746 re li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan  û 18 kes jî birîndar bûn. Piştî ku bi qezayê hat bihîstin re  gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Hat hînbûn  rewşa 3 karkeran giran e  û derbarê mijarê lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA




 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin