Mînîbûsa ku penaber di nav de bûn li qemyonê qelibî: 11 mirî

Li Hatayê mînîbûseke ku penaberan veduguhast li qemyonê qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de 11 kes jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.

Qeza derdora seat 15.45an de li Taxa Yolagziya Hatayê pêk hat. Li gor agahîyên ku wergirtin mînîbûseke ku tê de penaberên Sûrî yên ku bi rêyên qeçax derbasî vî rexê sînor bûbûn  hebûn ji teref cendirmeyan ve hat xwestin ku bê sekinandin. Lê mînîbûs gih neda îqaza bisekine û pêl xazê kir. Mînîbusa ku bi lez ji cihê bûyerê derbas bû li qemyona ku ji hember ve dihat qelibî.

Di encama qezaya ku pêk hat de 11 kes jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar bi amîbûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

ÎLKHA






 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin