Mînîbûsa rêwiyan qeza kir: 9 birîndar

Li navçeya Sîwereka Rihayê mînîbûsa rêwiya û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 9 kes birîndar bûn.

Li ser 3yemîn rêbeja Diyarbekir û Sîwerekê mînîbûs û otomobîlek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 9 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin  otomobîla bi plaqeya 63 M 0710 a ku ajokarê wê Bîrcan Y. bû  ji kontrolê derket û derbasî şerîda hember bû û bi mînîbûsa rêwîyan a bi pleqeya  63 EH 004 ê ku ajokarê wê Hacî G. bû re  li hev qelibîn.Di encama qezaya ku pêk hat de kesên bi navê  Lutfî O, Mehmet A, Hakan E, Haci G, Bîrcan Y, Îclal S,  Kadrî, Îmhan û Gûlsûm Ç. Birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.

Hat hînbûn di derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye