Mîqdara fitrêhindikbûna mizeya kêmtirîn nîşan dide

Ji teref Serokatiya Karên Diyanetê ve mîqdara fitrê ya îsal wek 16 TL hat diyarkirin ku ev hindikbûna heqê fitrê cardin wê kêmbûna mizeya kêmtirîn a di bin sînora birçîbûnê de nîşan dide.

Heqê fitraya îsal ji teref Serokatiya Karên Diyanetê ve wek 16 TL hat diyarkirin. Di diyarkirina vê heqê firtayê de pêdiviya erzaqê ya rojane ya kesekî wek pêvek hat girtin û li gor vê yekê hat diyarkirin. Ev hindikbûna heqê fitrê cardin wê kêmbûna mizeya kêmtirîn a di bin sînora birçîbûnê de nîşan dide.

Di encama civîna ku Serokatiya Lijneya Bilind a Karên Dîn kir de heqê fitraya îsal li gor şert û mercên jiyanê wek 16 TL hat diyarkirin.

Heqê fitrayê ya ku hatiye diyarkirin cardin kêmbûna mizeya kêmtirîn nîşan da. Wek mînak; pêdiviya rojane ya malbateke 4 nefs  li gor heqê fitrê 64 lîre ye. Dema ku ew heqê fitrê yê Diyanetê  tê muqayesekirin derdikev holê divê heqê mizeya kêmtirîn 1920 TL be. Lê belê îro heqê mizeya kêmtirîn 1404 TL ye ku ev ferq rewşa aboriyê ya xelkê dide ber çavan.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe