Mîqtara eroîna ku hat bidestxistin ji sedî 500 zêde bû

Hat ragihandin di operasyonên tiryakê yên ku hatin kirin de mîqtara eroîna ku hat bidestxistin ji sedî 512 zêde bû.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Hundir ve hat belavkirin de hat ragihandin di operasyonên ku di navbera 1-15ê Çileyê hatin kirin de mîqtara eroîna ku hat bidestxistin li gor heman meha sala borî ji sedî 512 zêde bû.

Di berdewama daxuyanîyê de hat ragihandin di navbera dîrokên ku hatin diyarkirin hatin kirin de tev de 6 hezar û 18 operasyon hatine kirin û di van operasyonan de tev de 5 ton û 143 kîlo esrar, tonek û 265 kîlo eroîn, 19 kîlo kokaîn, 64 gram afyon, 13 kîlo bonzaî, 13 kîlo metamfetamîn, 47 hezar û 656 lib hebên tiryakê, 402 kenewîrên kok hatine bidestxistin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e