“Mîrac bibe wesîla bidawîbûna zulma di erdnîgara Îslamê de”

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve di derheqê Qendîla Mîracê de peyam hat weşandin. Di peyamê de temenî hat kirin ku dawî li zulma ku di erdnîgara Îslamê de pêk tê were.

Bi minasebeta Qendîla Mîracê Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve di derheqê girîngiya şevê de peyam hat weşandin. Di peyamê de hat temenîkirin ku ev şeva miqedes bibe wesîla kêf û şahiyê û dawî li zulma ku di erdnîgara Îslamê de pêk tê were.

Di peyamê de hat diyarkirin ku şeva Mîracê di jiyana Hz Muhammed (as) de xwedî girîngiyeke müstesna ye. Ji ber vê yekê hat temenîkirin ku ev salvegera hanê ya ku di jiyana Hz Muhammed (as) de xwedî girîngiyeke müstesna ye ji hemî Mislimanan re mibarek bibe.

Di peyamê de wiha hat destnîşankirin: “Armanca Platforma me ew e ku Hz Muhammed Mustafa (sav) were naskirin û jiyana wê were zanîn. Ji ber vê yekê çendîn sal e bi beşdarbûna sed hezar kesan bernameyên Wîladeta Pîroz tê lidarxistin û hewl tê dayîn ku îttîbaa li suneta Wî pêk were. Bernameya îsal a Wîladeta Pîroz tewafuk denkê meha Recebê hat. Ji ber vê yekê em hemd ji Xweda re dikin.”

Di peyamê de hat destnîşankirin ku ji bo ku derd û kederên însanan bidawî bibe divê ku mirov Hz Muhammed ji xwe re bike mînak. Dûvre peyam wiha hat meşandin: “Em bi vê fikr û ramanê şeva Mîracê ya hemî Mislimanan tebrîk dikin û bi minasebeta vê şevê temenî dikin ku dawî li zulma ku di erdnîgara Îslamê de pêk tê were.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe