Li seranserê Misrê xelk li dijî darbeyê li meydanan dicivin. Pey qetlîama ordiyê ku zêdetirî 90 protestovan qetil kiribûn, desteka ji Muhemmed Mûrsî re zêde dibe. Bi milyonan alîgirên serekcimhûr Mûhammed Mûrsî, bi navê “Seferbertî”yê li 4 meydanan civiyan. Bi hev re nimêja înê kirin. 4 meydanên Qahîreyê dagirtin.
Bi milyonan protestovan li meydana Rabîatul Adewiyyeyê, di aleyhê sererkan Ebdulfettah Sîsî de sloganê “here” avêtin, mexrîb bi hev re fitirîn. Dan zanîn ku heta serekcimhûrê meşrû Mûrsî vegere ser wezîfê, ordî dev ji darbekariyê berde, wê meydanan terk nekin. Gelek protestovan li baregeha mihafizên cimhûriyetê ya ku nêzî 90 kes li ber wê bi gulleyên ordiyê hatibûn şehîdkirin, fitirîn.
Bi sed hezaran protestovan jî, li meydana Nahdaya li pêş zanîngeha Qahîreyê civiyan. Destek dan Mûrsî û li wir fitirîn û bi hev re nimêja mexrîb û terawîh kirin. Li meydana Ramsesê jî bi hezaran kes çalakiya rûniştinê pêk anîn û mexrîb bi hev re fitirîn.
Li aliyê din îşgalkerê Emrîka û mitefîkên wî yên welatên xalîcê, ji bo darbe bi serî be her riyê diceribînin. Di îtîfaqa qirêj de ewilî 12 milyar dolar ji cûntayê re şandin. Dîtin ku xelk li ber darbeyê berxwe dide, îcar Emrîka 3 gemiyên herbê şandin Misrê. Îxwan jî heta ku Muhemmed Mûrsî vegere ser wezîfê seferbertî îlan kir.
Emrîka her carê behsa demokrasî, hilbijartin, raya millet, îradeya welatiyan dike. Lê bi tewrên xwe eşkere dike ku derewan dike. Desteka herî zêde Emrîka dide cûntayê. Berî niha qirar dabû ku 4 heb jetên F-16an bide cûntayê, niha jî 3 gemiyên herbê dişîne peravên Misrê.
Her wiha Ordiya cûntayê jî, bi teyaran broşuran davêje ser protestovanan. Di broşuran de tê xwestin ku millet meydanan terk bike. Meqsed ew e ku welatiyan bixapînin, ezma wan ya berxwedanê bişkînin. Ji Îxwan Îsam Îryan weha got “Duşemba bê, em ê li hemî meydanên Misrê li ber darbeyê, bibin şahidê protestoyên zêde qerebalix înşaallah.”