Milletê Misrê do ji bo tetbîqkirina hukmên şerîetê li her sehayê, li meydana Tahrîrê civiyan. Mîtîng bi navê “Îna Tetbîqa Şerîetê” hat li dar xistin. Bi sed hezaran kes tevlî mîtîngê bûn û xwestin ku hukmên şerîetê di her seha heyat û dewletê de bên tetbîq kirin.
Kesên ku ji ajansa xeberan a Îlkeyê re xeber dan îfade kirin ku, hewceyê hukmên şerîetê ne. Ji wan kesan Îsam Ebdulqadir wiha got “Em ji bo şerîeta Xweda bê tetbîqkirin li wir civiyane. Di şoreşa xelkê de zaro zêçên me hatin qetilkirin û îro wan qatil serbest li kuçan digerin. Em dixwazin şerîeta Xweda li wan bê tetbîq kirin.”
Kesekî din jî wiha peyivî “Însanên ku vê meydanê tije kirine, ji bo ku ji zulma 60 salî re bêjin “êdî bes e”, li vir civiyane. Milletê Misrê dîndar in û naxwazin ku lîberal û laîk têkilî qanûnên dewletê bikin. www.bangaheq.net