Çend roj berê li sînorê Misrû Ğezze û Îsraîl, li eskerên Misrê êrîş hatibû kirin, zêdetirî 16 kes hatibûn kuştin. Li ser vê êrîşê, hat diyar kirin ku Misir, tunelên Ğezzeyê digre.
Tê îfade kirin ku hêzên emniyetê, digel bi dehan ekîbman û amûran, giha sînorê Misr û Ğezzeyê û dest bi xebatê kirin. Wê van tunel bi axê bên dagirtin. Niha nêzî 350 tunel aktîf tên bikaranîn, gelekê din jî neaktîf in.
Tê gotin ku hikûmeta Misrê ji 2009an vir ve, qederê 600 tunelî girtiye. Hinek tunel ji bo derbasbûna wesaîtan hatine avakirin. Misrê do jî deriyê sînor ya Refahê girtibû. Milletê Ğezze, ji ber ambargoya ku ji 2007an ve didome, ji bo pêdiviyên xwe peyde bikin, van tunela ava kirine.
Li aliyê din, hat gotin ku li Sînayê dîsa kesên çekdar, êrîşî wesaîtên polîsan kirine. Polîs ji bo emniyeta herêmê hatine wir. Êrîşkeran wesaîta albay Muhammed Caferê ku li herêmê wezîfedar e jî revandin e. Xelkê herêmê, piştî êrîş û revandina wesaîtê, di aleyhê êrîşkeran de, protesto li dar xistin.
(Ferman Çiyayî/Bangaheq)