Weke ku tê zanîn li Myanmarê ji teref îdare û keşeyên Budîst ve bi sedan Mislimanên Rohîngyayî hatin qetilkirin û bi hezaran Misliman jî ji naçarî ji bo xwe û evladên xwe ji zilmê xelas bikin war û welatên xwe terikandin û berên xwe dan welatên derdorê.
Hinek ji van Mislimanên Rohîngyayî yên ku ji ber zilmê reviyabûn berî niha li Hindistanê bi cî bûbûn û hewil didan li wê derê bijîn. Lê belê birêveberiya Hindistanê bi qerara ku da dixwaze Mislimanên Rohîngyayî cardin bişîne Myanmarê.
Penaberê bi navê Abdul Raheem ê ku ji ber zilma hikûmeta Myanmarê û çeteyên Budîst reviyabû derheqê mijarê de wiha axivî: “Em ji Hindistanê re teşekur dikin ku destûr da em li vê derê bimînin.Ger hikûmet dixwaze me derîne derveyî sînor ew dizane; lê kuştina wan a li vê derê ji şandina wan a Myanmara ku dê zilm wan bê kirin çêtir e.”
Penaberê bi navê Muhammed Younusê 63 salî yê ku bi berikên artêşa Myanmarê birîndar bûye jî diyar kir himûmeta Myanmar a Budîst tu carî li ser sozên xwe nesekiniye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev cara sêyem ku ez dibim penaber. Ew hikûmeta budîst a Myanmarê gelek soz dan me da ku em vegerin; lê belê tu car li ser sozên xwe nesekinî.Em gelek zêde êş û eleman dikşînin û em şerpize bûne.”
Li gor daneyên Komîsertiya Penaberên Milletên Yekbûyî bi şikleke fermî 16 hezar Mislimanên Rohîngyayî li Hindistanê dijîn; lê belê hejmara penaberên ku li wê derê ne nêzî 40 hezarî ye.(ÎLKHA)