Sîerra Leone, yek ji çar welatên herî feqîr yên cîhanê ye. Nifûsa wê, 5 û nîv milyon e û ji sedî 60 musluman e. Ji sedî 30 filleh e. Yên din jî anîmîst in.
Mûsa Bangûra, kesekî ji vî welatî ye. Nêzî 9 sal berê keşe bû. Piştî ku hîdayetî Îslamê bû, xîzmeta Îslamê kir. Komelek bi navê “Çima Îslam” sazkiriye û bi wê wesîleyê, dixwaze însana bighîne Îslamê û li ber fealiyetên mîsyonera hişyar bike. Jixwe gava musluman dibe, tiştên dinyewî yên di destê wî de, tevî jê distînin. Xelkê musluman lê xwedî derdikeve. Di hûkmê 9 salan de, 500ê wan keşe, buye wesîla hîdayeta nêzî 4400 kesan.
Mûsa Bangûra, bi daweta ÎHHyê hat Stenbolê. Mûsa li merkeza giştî ya ÎHHyê ya li Fatîhê, li pêş medyayê, der heqê rewşa welatê xwe û fealiyetên mîsyoneran yên li Efrîkayê de, xeber da.
Mûsa Bangûra wiha diyar kir “Mîsyonerên fille, bi wasîteya maddiyatên xwe, dixwazin însanên feqîr têxin bin tesîra xwe û wan ji Îslamiyetê dûr bikin. Tek derdê wan ne fillekirin e. Dixwazin Îslamê ji Efrîka hilînin. Berê ciwanê musluman didin riyên xerab.”