Piştî ku li navçeya Baglara Diyarbekirê de qedexeya derketina derve hat îlankirin di Parqa Koşuyoluyê de mîsyoner hatin dîtin ku nîşana zaferê bi zarokan didin kirin û bi wan re wêne dikêşin. Gelê herêmê diyar kir ku di wextekê wiha hesas de armanca vê yekê ew e ku hişê zarokan tevlêhev bikin.
Tê dîtin ku mîsyoner zarokên ku di parqê de dilîzin cem dikin û bi wan re diaxivin. Dûvre ev mîsyoner nîşana zaferê bi zarokan didin kirin û bi wan re wêne dikêşin.
Mîsyoner, ev rewşa ku Diyarbekir tê de ye wek firset ji xwe re dihesibînin û propexendeyên xwe li bajêr didomînin. Di wextekê wiha hesas de gel ji vê propexendeya ku mîsyoner pêk tînin re bertek nîşan dide û her wiha gel tu wate nade vê helwesta hanê yê ku ji teref mîsyoneran ve tê kirin. (ÎLKHA)