Mîtînga “Em li Qudsê xwedî derdikevin” dest pê kir

Mîtînga bi navê “Em li Qudsê xwedî derdikevin” ya ku ji teref HUDA PARê ve li Diyarbekirê tê tertîpkirin dest pê kir.

Mîtînga “Em li Qudsê xwedî derdikevin” dest pê kir

Mîtînga bi navê “Em li Qudsê xwedî derdikevin” ya ku ji teref HUDA PARê ve li Diyarbekirê tê tertîpkirin dest pê kir.

Piştî ku ji teref Serokê Dewleta Amerîkaya Emperyalîst Donald Trump ve Quds wek paytexta siyonîstên îşxalker hat naskirin re li seranserê alema Îslamê xwepêşan hatin lidarxistin û lenet li biryara Trump hat anîn. Ji van xwepêşan û mîtîngan yek jî îro ji teref HUDA PARê ve li Diyarbekirê bi navê “Em li Qudsê xwedî derdikevin” tê tertîpkirin.

Berîya destpêka mîtîngê evîndarên Qudsê tekbîr avêtin û  sloganên “Qehir bibe Amerîka, qerir bibe îsraîl” hatin avêtin û li qadê merş û îlahîyên derheqê Qudsê de hatin gotin.

Li qada ku lê mîtîng tê tertîpkirin pankartên bi zimanên Erebî, Tirkî, Kurdî, Ingilîzî  hatin daleqandin.

Ji ber minasebeta mîtîngê kolanên sereke yên bajêr û di sikakan de trafîk hat asta sekinîne.

Wezîfedarên ku ji teref Komîteya Tertîba Mîtîngê ve hatibûn wezîfedarkirin him li qadê û him jî li derveyî qadê amade bûn. Di têkeninên qadê de ji bilî polêsan wezîfedarên tertîba komîteya mîtîngê jî di nav koordînasyonê de cî  girtin.

Ji bo li qada mîtîngê îzdîham çênebe ji teref wezîfedaran re şerîda ewlehîyê hat kişandin û pîrek û zilam ji hev hatin cudakirin.

Di mîtînga ku pêşkêşvanîya wê ji teref Serokê Platforma Şehîdan ve dihat kirin de  Amerîkaya emperyalîst û siyonîstên îşxalker  hatin telînkirin.

ÎLKHA




















































 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin